5 July 2026 - 17:28
Source: kmr.abna24.com
Operasyonên paqijkirina cebilxaneyên neteqiyayî li başûrê Libnanê berdewam dikin

Artêşa Libnanê ragihand ku çar bombe yên nekariyî yên ku ji êrişên rejîma siyonîst li başûrê vî welatî mayîne, betal kirine.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) —ABNAErtêşa Libnanê îro (yekşem) ragihand ku wan li herêmên başûrê welêt, çar bombeyên hewayî yên ku ji êrîşên rejîma Siyonîst mane û neteqiyane, bêbandor kirine.

Di daxuyaniya artêşa Libnanê de hatiye gotin: “Di encama berdewamiya êrîşên rejîma Siyonîst û binpêkirina serweriya Libnanê, yekîneyên pispor ên artêşê li herêmên ku rastî êrîşan hatine, xebatên xwe yên paqijkirin û bêbandorkirina cebilxaneyên neteqiyayî didomînin.”

Li gorî vê daxuyaniyê, yekîneyên endazyarî yên artêşa Libnanê li bajarokên “Mêfdûn” (li navçeya Nebatiyeyê) û “Bereşît”, “Keferdûnîn” û “Şeqra” (li navçeya Bînt Ceylê) çar bombeyên hewayî yên ku neteqiyane, dîtine û bêbandor kirine.

Artêşa Libnanê da zanîn ku ev bombe ji bo tedbîrên pêwîst bo cîhekî ewle hatine veguhestin.

Fermandariya artêşa Libnanê her wiha ji welatiyan xwest ku li wan deverên ku bûne armanca êrîşên rejîma Siyonîst, pir baldar bin û eger tiştekî gumanbar bibînin, yekser agahiyê bidin nêzîktirîn navenda leşkerî.

Binpêkirina ezmanê Libnanê berdewam e

Di heman demê de, ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê ragihand ku îro balafireke bêmirov (drone) a Îsraîlê li bilindahiyeke kêm li ser esmanê Beyrûtê geriyaye û di heman demê de droneke din jî li ser esmanê taxa başûr a Beyrûtê (Dahiye) firiyaye.

Her wiha heman ajansê ragihand ku artêşa rejîma Siyonîst bi topan bajarokê “Dêr Siryan” ê li navçeya Nebatiyeyê topbaran kiriye.

Dawiya peyamê /

Etîket:

  • Artêşa Libnanê
  • Başûrê Libnanê
  • Rejîma siyonîst
  • Bombe
  • Betalkirina bombeyê

Your Comment

You are replying to: .
captcha